Haberler

Doz bi dawî bû: Qedexeya li ser 'Rojbaş' rabû

Doz bi dawî bû: Qedexeya li ser 'Rojbaş' rabû

 

Kürtçe çeviri: Diyarname

Fîlmê derhêner Ozkan Kuçuk ê bi navê "Rojbaş" wê biketa vîzyonê lê Wezareta Çand û Hunerê destûr nedabû û qedexe danî ser fîlmî. Li ser vê yekê MLSA'yê (Komeleya Xebatên Hiqûq û Çapemeniyê) dijî vê yekê doz vekiribû û niha doz bi dawî bû; qedexeya li ser fîlm rabû.

MLSA'yê li ser vê yekê agahî da û got ku Wezareta Çand û Hunerê ya Tirkiyeyê bi biryara "ne li gor belavkirina bazirganî û nîşandayînê ye" bi awayekî fiîlî qedexe danîbû ser fîlmî. Li ser fîlmê kurdî Rojbaş niha 3'yemîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryar da û got ku ev qedexe dijî hiqûqê ye."

MLSA'yê ev biryara erênî nirşand û got, "Ev biryara hatiye dayîn di warê sînemayê de, ji aliyê azadiya ramanê ve dikare wekî mînak bê nîşandayîn."

ÇÎROKA 'ROJBAŞ'
Derhêner Ozkan Kuçuk li ser lîstikvanên şanoyê yên NCM'ê (Navenda Çanda Mezepotamyayê) ev fîlmê xwe sazkiribû. Lîstikvanên NÇM'ê di salên 90'î de bi hema navî lîstikek şanoyê lîstibûn û gelek bal kişandibû. Derhêner Kuçuk piştî 30 salan ew lîstikvan carek din anîn ba hev û salên 90'î û niha anî ba hev. Fîlmê ku li hin festîvalan hatibû nîşandayîn, ji bo bikeve vîzyonê serîlêdan kiribû, lê rastî qedexeyê hatibû. Piştî vê biryarê fîlmê dê bikaribe bikeve vîzyonê û li her derê bê nîşandayîn.

Image

Medya ve Hukuk Çalışmaları Derneği (MLSA) haber alma hakkı, ifade özgürlüğü ve basın özgürlüğü alanlarında faaliyet yürüten bir sivil toplum kuruluşudur. Derneğimiz başta gazeteciler olmak üzere mesleki faaliyetleri sebebiyle yargılanan kişilere hukuki destek vermektedir.